Pandemiya Koronayê (Covid-19) bandorê li her aliyê jiyanî û civakî dike. Yek ji van aliyan jî bêguman qada çandî û hunerî ye. Ji ber koronayê gelek xebat û çalakiyên çandî û hunerî sekinîn û beşek jê derbasî qada dîjîtal dibe.

Pandemiya koronayê, bandoreke çawa li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî dike? Di rojên koronayê de hunermend çi dikin û çawa bi hezkiriyên xwe re têne cem hev? Hunermend li ser koronayê çi dibêjin, bergiriyên çawa werdigirin?

Hevkarê me Mevlüt Oğuz, di bernamaya xwe ya bi navê “Derkenar”de der barê koronayê û bandorên wê yên li ser çand, huner, perwerde û muzîka Kurdî raportek amade kir û dûre jî ji bo vê mijarê nêrîna hunermendên Kurd, Yavuz Akkuzu, Agît Işik, Rewşan Çelîker û Diljen Ronî wergirt.

4 Replies to “MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Bandora koronayê li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî…”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir