Kuştin û tûndiya beramber jinan berdewam dike. Bi taybetî destdirêjiya karmendên dewletê beramber keç û jinên kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê êdî bûye diyardeyek. Rojnameger Perîhan Kaya derbarê destdirêjî û tûndiya li ser jinan podcastek amade kiriye.

Li Tirkiyê di heyama 6 mehên sala 2020an de 124 jin hatine qetilkirin. 86 mirinên bi guman wekî “xwekuştin” derbasî qeydan edlî bûne û faîlên wan nehatine dîtin. Di meha Tirmehê de 36 jin hatin qetilkirin. Di meha borî de li Amed, Agirî, Mêrdîn û gelek bajarên din mirinên biguman yên jinan pêk hatin û piranî di bin navê întîxarê de derbasî dosyayan bûn.

Pabendnebûna Tirkiyê ya ya rêkeftinên navdewletî yên li ser jinan û bicîneanîna yasayan yên parastina mafên jinan jî li rojeva Tirkiyê ne. Rêbazên vekişîna ji peymana Stenbolê û yasaya jimareya 6.284 ya destûrê jî nayê bi cî anîn.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir